nîme sewdayî qumar û arezûyî dengubas

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  100 Dîtin
nîme sewdayî qumar û arezûyî dengubas
’aşiqim, bo çîme zanist û terazûyî qyas
perçemit řabwardinî şewme, be xałî wird û řeş
řumetit yarîdeyî řojme, le řojnamey «esas»
pêkî mem, lêwî meze, sifrey berokit mêzî piř
hêşte berman nakewê lem bezme maçî lêwî kas
dem çi dem? nuqłî hewes, çałî zenex, awî ḧeyat
gerdenî qendî ’erûsî, mêşî řoḧî lêke pas
wa giřem kewtote ser çawî be şerbet řiştiraw
mestî wîm, yaxo leserxo çûm û kellem çû be tas?
ta xewałû bê zyatir naz enwênê be min
wexte lê řabêm le naz û hîç nemmênê heras
sêberêkîkem nîye, soraxî zułfî to dekem
her le řûy tom mawe mawey nî’met û şukir û supas
nakirê herdem be sewdayî le dût bixulêmewe
xom deparêzim hemû wextê le elxennasî nas
xakî ẍurbet bû, xełuzî cergî pişkoNasnava edebîy kewte ser
bêcge şu’ley kułmekanit, kêm heye sa çawenas?!