lem qapîye ta key be hewa bibme temanêj?

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  128 Dîtin
lem qapîye ta key be hewa bibme temanêj?
lem kûpe ximey xwênme, takey be dwa çêj?
her nayete hawarim û naga be weramim
lem sîneyî piř şore, ne dił mawe, ne řawêj
hîçim nîye ta bîxeme jêr pêy û biłêm bê
wazî le gel’awêjîye, dû çawî gelawêj
bexşîmewe ser meşqî xetî mergî cwanîm
xałêkî nîşan dam û diłî kirdime serawêj
dił kut kut û ten pel pele, bew cîngiłî zułfe
sařêş û kuln, derd û birînim nebû sařêj
nexşîn û bełek çawe, xewałû be hemû dem
serxoşe û jakawe, le yarîme derawêj
min bûme nîşaney xefet û agirî řûy to
toş bûye mekoy tîr û gulle û qunbule hawêj
destim negeyî bîxeme baxełit û legełta
yarî kem û bitmijim û serewjûr û serewlêj
řacîNasnava edebî, ke le perdey edeba mergî be toda
masî wiřî gêjawe, diłî kase, serî gêj!