tu xwa were małim, ey diłberî dînber

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  96 Dîtin
tu xwa were małim, ey diłberî dînber
binwêne leb û řût, berpa bike meḧşer
ey şoxî hewayî, her tom wekû şayî
karê bike xwayî, bithême beraber
to sewze û ałî, nerim û şil û kałî
her wek kewî małî, bixiwêne leser ser
tîrit le ciger dam, têmam û peşokam
tawamewe, jakam, ey diłberî serwer
bê řeḧim û wefa toy, piř cewr û cefa toy
bo seyr û sefa toy, memke be semender
pîrim le ẍeramet, gîrim le nedamet
mawim le melamet, bo merge û pişder
sewdaserî yarim, bêdar û dyarim
wek bulbulî zarim, bo ẍunçeyî eḧmeř
to ḧorî cînanî, to şewqî diłanî
xistitne giranî, sed aẍe û begler
řacîNasnava edebî çi fesîḧî, dûrî le qebîḧî
bem şî’re melîḧî, lay ḧezretî diłber