nerim û şil zincîre bû, des pê kira karî wîdad

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  122 Dîtin
nerim û şil zincîre bû, des pê kira karî wîdad
hełxira herla le ’îşqa, tewn û bazařî wîdad
muşterî zuhrey kiřî, řoj hate sewda û mezat
wa piře her cê deçî, kołane û şarî wîdad
asman piřşingî daye ’erd û necmey da be şan
boye zerd û sûr eçê, perjîn û gułzarî wîdad
destigayêke hemû meydanî beẍda û ’êraq
têkełî naz û nyaz û, çawî bîmarî wîdad
meynetîy, ałozerî ałozî dû çawî mine
neşterî naw cergime, zułfî xes û xarî wîdad
sêberêke bo butî guł, aferînî xunçeye
boye herçî kewte řêga, day pelamarî wîdad
dest řes nabim be bałay û, biłêm bimpêçewe
her wekû řacîNasnava edebî enałim, dûr le dîdarî wîdad