qedî serut, ewa girtûye narinc

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
qedî serut, ewa girtûye narinc
le «şeqławe» û «selaḧeddîn», «qełasinc»
ser û małim le pênawit enêm, ta
lejêr pêt heł bidem serim û, bikem pinc
le«koye» û «nazenîn» û xakî hîran
hemû gułzarî amancin, bebê ginc
le«kanî xan» û, «kanî sard», «qemçixo»
be qemçî der’eçin îngilîz û efirinc
le kurdistan biřa çawî ḧesûdan
dewa bû daxî têkberdan û eşkinc
hemû řazawe dîwar û ḧesarî
le safîda, nema atacî małinc
le kêwanî, egem înca be awat
çi kwêstanî, çi germênî, bebê zinc
be qurbanî qed û sîne û ber û bot
tîcaratî feřeng û řom û bêt linc
letawî řûmetî nazdarî toye
řeqêtey girt û kirdî xełk qołinc
be kurdî, mîwecatim pêgeyştin
henar û sêw û hermê û qox û etirinc
be dił daxî nema jîkoNasnava edebî, le xoşî
gułî řûy diłberî kurdî, geş û xinc