geşe jînim be jyanit, piře kîsem le xerac

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  104 Dîtin
geşe jînim be jyanit, piře kîsem le xerac
be nesîmî ser û zułifit, heme bazařî řewac
awedane wetenî dił, be hemû deşt û çyay
çi be «hełgurd» û be «kosret», çi be «kendał» û «qerac»
were ba pêkewe bimrîn, ke be xoşî ejîyeyn
yekdigîrîyke le dunya, hele, bo qebre sîrac
ẍemî dił bogene, egrê berî çawî teqela
weremî sîy û cigere, dujminî derman û ’îlac
bese bê marîfetî, xizme meken lêm qedeẍe
xoşewîstî, ke ser û dił egeyênê be du tac
xoşe awêneyî kułmey, binwênê diłî xełk
ta le gułzarî miraza, bistênê hemû bac
were jîkoNasnava edebî, ke be kurdî bigrîn tawê cemat
ta xebatit leberî ka, kejî kirmî qereqac