hênde xwardim ẍemî ew şoxe, lejêr dar û şirît

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  127 Dîtin
hênde xwardim ẍemî ew şoxe, lejêr dar û şirît
wekû ałozîy ser û perçemî, bûme şel û şît
ẍemî to cergî pijandim, buwe xorakî diłim
têkełî komełî bedbextî û, ser, kewte zewît
derkenarim le nîgaran û, le xwênxiwarî gele
bê gułîş xoşe ke dûr bim, le gewad û le dewît
ta be serbestîy û berzî negeme xwazrawim
qedeẍem bin xew û xorak û çem û awî şewît
baẍî guł, mêrgî weneweşet nîye ey kurdî esîr
şîn bike, herwekû řazawete bazařî çûyt
buwe wêrane le to şar û buwe baxî xełk
ke tiraza serî binçînet û berdî binepît
key egate serî berz û teqelaka le jyan?
gelekey swałker û sawîlke û bê naz û newît
her le xoy xwên û xuřî xwatewe, ba her bixewê
diłekey řuḧ peřewu çaw le desî xełk û kewît
her kesê hat û witî: mebye to wêjey jîkoNasnava edebî
hîç gwêy xoy medeye, her webzane sege, řît!