dîmenî kêwanî kurdim kird mezat

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  123 Dîtin
dîmenî kêwanî kurdim kird mezat
takû damałam û nemma destełat
řengî gułzaranî birdî abřûm
řojî awatim be řû zerdî hełat
hênde giryawim le tawî mafî kurd
ta le çawim hełqûłan dîcle û furat
hozî min, hêzî le dest bêgane na
ta řeg û řîşey be lawazî derat
mîr û aẍa û şêx û beg, heryek le yek
řayełêkî hełbiřî û kuştî xebat
mêşkî birdim, qaweqaw û cawecaw
pîrî kirdim řêgeyî hat û nehat
ey xwa xo dujminî em hoze nî?
boçî wa pêy wer ekey mîkirob û lat?
ta bikêşim řesmî sewz û sûrî kurd
her xerîtey zerdî derdê, ya sipat
qametî şoxî be bîr sewda ekem
ta hełênim pêy, ser û çawî wełat
take serdarêk bû, eygêřa mişûr
wîş, ke her çarî nema dû car hełat
hestî berzî pê eka dujmin îtir
merce ta têkî neda, karê nekat
besîyetî jîkoNasnava edebî, îtir hawar û bang
kêt heye dost û bira, bêne penat?