çawî heł’ebřê be dûsed nazewe dił ka xełat

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  141 Dîtin
çawî heł’ebřê be dûsed nazewe dił ka xełat
her xełatêkî hezar tîrî mujey pêwe exat
sîneyî sînî, eřazênêtewe narinc û sêw
ta be narincokî mem bikujê ser û bigrê wełat
lêw, şekerxende û guł û yaqûtî lê barkirduwe
bo diłî ’alem řifandin, da’enê xêr û berat
asewarî biřyewe, her xoşewîstêkî hebûy
çî le şahî girjeřû ka, nokerî bê destełat?
wek heweł şaqawim awîte xetî diłperwerî
xom be carêkî derawîte derî sebir û subat
çawî kałit şerbete, yaxo şerabî mestîye?
yane qawey şîrnî merge le fincanî necat?
marî řeşpoşin dû zułifit, ya şirîtî daremeyt?
ya swîç û wayerî kułmen le şarî řojhełat?
qet behay maçî tewaw nabê le ’alemda bekes
wa melek řojî ezel ta êste hatûne mezat
min le em diłdarîye dîtim cehendem dûrîye
pêgeyînî cennete, bixiwaze giştî muştehat
xwazer û xwazraw û talî’, ’aqîbet pîrozîye
wergeřaw û jûr û der, sabît be hatî karesat
řemłî min wêney terazûy kare, eykêşête řû
xał û xet řemzin le cê, çibken benat û ummehat
xołemêşî xem le řûta bisře jîkoNasnava edebî, geş bewe
sozî řastî xot nîşan de û hîç nebê pêç û penat