taze beharî gułe, ey butî şîrîn tereb

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  140 Dîtin
taze beharî gułe, ey butî şîrîn tereb
heste be řûy sozewe, bade bide leb be leb
şêweyî bałay eto, nebuwe le baxî kesê
şox û teř û bê girê, ey senemî xoş leqeb
mestî xûy xoşîye, çawî syahit kewa
fîtne nwêne be dił, qet nîye xałî le teb
bulbulî baxî wefa, tûtîy seyr û sefa
kewtine dawî cefa, wexte bibin bê edeb
dewrî butî kurdîye, řoyun şêx û mela
giştî le dîn wergeřan, fars û turk û ’ereb
def’eyê meylî nebû, pirsişî ḧałî esîr
perdeyî řûy laneçû, kewtime bend û te’eb
hênde temaşa bikem, řewneqî çawim nema
ey dił eger çûye lay, boy meke basî mezeb
kes wekû dû çawî ew, meylî le afet nîye
lay weye lem agire, tê ekewê «bûlehebKes»
serfî berî pêy bike, can û ciger, mał û ser
ẍeyrî ewe řacyaNasnava edebî, sûdî çîye makeseb?!