kurdî deste şikaw geyşte momya

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  119 Dîtin
kurdî deste şikaw geyşte momya
ker bû, neyhêna bekar û tê řya
newt û cewtî zewt kirdî xełk û xo
xak û xoł û awî birdî û pêy jya
dujminî gyanit sitandî herçî bût
şar û dêhat û serawirdî çya
her xurî toye, ke eyken cermene
lobyate, eykene fasolya
nawî awî bogenit nawe geřaw
eykene gogird û barût, eşqya
xełke zanînî le baweş kird û toş
axîrî mêşkit eba maxolya
pêkewe nûsan û dujmin bûn biłind
toş newî bûy, çunke lêkdî bûn cya
quř beser, qet nageye řojî miraz
ew swarî ser hewaye û to pya
xakî kurdistane řacîNasnava edebî, ax û dax
sîmya û fîzya û kîmya!