leber dûrî, diłim wextêke xwênawî ciger exwa

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  107 Dîtin
leber dûrî, diłim wextêke xwênawî ciger exwa
ser û dawên û sînem, êste şaławî seqer exwa
ezanê mubtelate dił, řeqîbim, boye îmřoke
be sed firyad û nafamî, ełên wa mêşkî ker exwa
xeyałim her lelay toye, beçî baweř ekey bîłêm
wekû mindałî sawa, memkî qamîşî şeker exwa
demaxim wa peşokawe, be şêwey leşkirî zułfan
le ser mułkî melîk ẍazî, şerer êsqan û ser exwa
be çołêkda eřom řêgay geyştin sexte, nayzanim
ewendey mawe jîn têşûy tikay bas û xeber exwa
hemû ’alem ezanê, dîde şayanî nîye û giryan
legeł em lutfeda boçî seruçawî beser exwa?!
le dûrî toye ax û dax û girye û nałe, hem der hem
be wêney gurgî birsî, cergî řacîNasnava edebî derbeder exwa