çawî ahûyî xeta, zułfî wekû çenberî la

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  157 Dîtin
çawî ahûyî xeta, zułfî wekû çenberî la
sîne piř seyr û sefa, dugme û mem, qawe û ça
gerdenî berze, wekû lale û mîna bêřeng
xałî wek dane henar û xetî řengînî tya
perçemî deste be deste, ke be gij kułme eçin
dîdeyî hełqe be hełqe, diłî em xełke eba
agirî germî serî kułmî, le dił heł’egřê
baweşênîşî le dûlawe be egrîce eka
betema bûm bigezim lêwî, wekû nuqił û nebat
serinxûn bûm û lepê kewtim û mawim le tika
beçekurdim buwete bûkî teř û sazî weten
be řeqîbim bigeyênin teřesazî bixiwa
řacîNasnava edebî aware mebe, mawe be dîdarî bigey
bimjî lêw û demî, destit werênî le mila