’ud û gułûk û şengebî, awî bedem hewar da

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  141 Dîtin
’ud û gułûk û şengebî, awî bedem hewar da
qox û hełuje û sewze çił, beheştyan qerar da
min řûbeřûy meydanewe, kewtûme naw seyranewe
ḧeya be koł û şanewe, hemûm be çawî yar da
çawit bexew, lencet kewî, xêra eřoy, xoş esrewî
wek mektebêkî sanewî, leqet le sed hejar da
lem şare payz bar eka, zistan û hawîn car eka
sermaw û germa tar eka, ta řewneqî behar da
carê be sîne û dugmewe, carê be girjî kułmewe
carê be çawî surmewe, qendî be řoḧî zar da
meylê be ḧałim ke demê, gwê bigre guftarim kemê
le tawî to ke ’alemê, şîşey le cergî par da
řacîNasnava edebî ẍulame lem dere, egerçî her sewdasere
qisey xirapî gewhere, kesê bo nukte ẍarda!