min çîme le xûy asef û eskender û dara

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  166 Dîtin
min çîme le xûy asef û eskender û dara
pêwîstime bes řûyî nîgarim le behara
têkeł buwe her core gijugya, be gułûka
wek zułf û xet û xał û, řuxî xunçe û zara
carê, ke le goşey çemen û řêge bigem pêy
çîme le şehî û leşkir û qanûn û mudara
badem ke le dû çawî hebê, boçme baxat?
xeymem ke le dû zułfî hebê, boçme xara?
xincîleye, ser sûke, ’ereqgêře, gułendam
şengołeye, diłnerme, wefadare, gewara
em terze cewan diłbereye, wa diłî birdûm
ser, wek serî mensûre ke kirdûye be dara
her soze, diłî merdimî bêkes wegeşênê
řacîNasnava edebî, bese to bew edeb û goşeyî sara!