cwan nasûtê

Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4070 Dîtin
dîm kiçêkî lebarî ladêyî
bo nwêj řadexa berełbênê
gutim: «ey nazenîn ke řuxsarit
hemû baxî beharî xwa dênê
bo çî pêt waye ew xuda gewre
hênde bê řeḧme toş bisûtênê?!»