lem meydane zîwîneda
Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
577 Dîtin
emřo lem cejnî aw û pirşing û kiçaneda
lem zemawendî kitêb û hełpeřînî wişaneda
emřo lêre, lem meydane zîwîneda, xeyałêkim
leřêy dû çawî řeşewe, çawî jine tûnsîyek
geřayewe bo lay şare çawřeşekem
emřo lêre, lem meydane zîwîneda, leřêy gimey
kotrekanî ser şanowe, polê yadim geřanewe
bo kuneşaxî «bergełû» leřêy dengî xetîbêkî çwarşanewe
hawarêkim geřayewe bo naw gerûy «kameran mukirî»y ’aşiq. her emřoyş leřêy
řadyokey naw destimewe - ẍezay turke - zanîm
min xom, nageřêmewe wiłatê: ke şar û şî’ir û kotir û «kameran»y hemû řojê tya ekujrê!