tawanî bê hêzî

Li pirtûka:
Naɫey Cudayî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  4260 Dîtin
le ko esrîn debarênim lebo kurdî peragende
le germên ẍerqî areq bûm û çawim her le samrende
minî zincîr pisên lêre esîrî biskî cwanêkim
zemane gerçî ałoz û peşêwe, «keł bemû bende»
gutî: «êware bazařê» were maçit demê, nemwîst
hełoy kwêstanî kurdistanim û najîm bedestende
diłim sed hêndî dîkane benaz bişkênî, deng nakem
çi sûdêkî heye, kêye bipirsê dad û gaznide!?
cîhan û herçî xêr û xoşîye bo hełbijardane
beqanûnî tebî’et paşerok xore ewî gende
eger tawanî bê hêzî nîye bo çî le dinyada
beşî min matem û şîne, beşî xełkî zemawende
bemirdûyîş nîşaney gulleye ew kelle piř şore
ewêstaş dersî serbazî dełê ew şa’îre řende
serî te’zîm leber to danewandin fexre bo hêminNasnava edebî
bijî «ḧacî» ke kêwî hîmmetit sed hêndî ełwende