kemîn

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  577 Dîtin
«ziryan her le kemînda bû»
gełayek hemû nihênîy dirextekey pê ezanî:
peywendîy ew û gomeke û çirpey şewan
peywendîy ew û bałinde û namey kêłge û
hatuçoy tîşk û civînî nêwan wişe û
êwaranî naw daristan
peywendîy ew û mangeşew û
peywendîy sêberî ew û kuřeşwan û şimşałekey.
«zistan her le kemînda bû»
denke çewêkîş nehênîy
cogelekey le singida bû
nehênîy ew û řegekan
nehênîy ew û pelkegya û
nehênîy ew û řuxsarî kiçeşwan û
nehênîy ew û serçawe.
«lafaw her le kemînda bû»
ke ziryan hat
ke lafaw hat
geła leser kursîy liq û
çewîş lenaw jûrî awda
herdû kujran
bełam hîçyan
nehênîy ’eşqyan nedirkan!