lenaw befrêkî tarîkewe

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  351 Dîtin
řûbarim serxoşe û gemîyekem zerdeba eybat û
çarogem çun mêjûm şîtałe û
şepolîş qesîdey yał bijî zamdar û serkêşe!
min şewm
min cestey deryaçey kujrawim
xwênî şîn cîhanî ser řêjme
min êste lenêwan em merge şileda û lenêwan em awe řeqeda
barjinî qełemî zîndanîm
min bałî firmêsk û denûkî weřsî û apûrey tenyayîm.
min şewm,
min werzî xakêkî awarem
beyanîyan heł’esim: ewerêm
nîweřwan, êwaran, min bałay dûkełim û min bejnî xwênêkî payîzem be lûzew epjêm
be tenha le xewna min keskim ke êwe ebînim
oh! kiçî wiłatî sengesar!
zemanêk baranî çawřeş bûyt
barît û minit kird be gomî qesîde
zemanêk hetawî çawřeş bûyt
hełhatî û minit kird be xemî řûnakî qesîde
têpeřî se’atî şerabî,
têpeřî se’atî hełałe û goranî
min êste le befrî tarîk û le qutbî tarîkda
çirawgî kwêrim û
bałindey kesîrey ser şexte!