cejin

Li pirtûka:
Nisê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  398 Dîtin
le berayîy deştêkî telîsmawîda,
lenêwanî «zaxo» û merg û hemû xewne dûrekanî xakda,
hewrêkî nizmî xwênawîy awêneme.
min řuxsarim gomêkî şûşey şikawe û wird û xaşe,
peyvî aw û peyvî dengim û
wa êstake, lew awêne û lew gomeda, bałindekanî dûkełî naw «hekar» û řîşî sûtawî çyay «cûdî» û «erba’îlo» û şewanî dîlekanî qełay zelîl ebînmewe.
mîhrecanî xwênim germe.
mîhrecanî gułî xa’în geşaweye û çira, serme!
ke řê eken, le berayîy ew deşteda, ta çawî xwên heter eka,
ta çawî «mangî yekşewe» û «estêrekey» nêw baweşî heter eken.
řiqî zerd ebrîskêtewe û le aqarî hemû ’eşqêkî sipîda, le deverî hemû dengêkî sipîda, dirwêneyek, lenaw kêlgey gułegenmî goranîm û çawekanta berpa eken.
le berayîy deştêkî telîsmawîda
cejnî ledaykibûnewey tewre
cejnî ledaykibûnewey jehre
cejnî geřanewey «mergeweře» bo «cizîre» û
cejnî hełdanewey perdey zerde leser peykerekey «etaturk» û
qoçî qurbanîy em deşte telîsmawî û
em zemawendî devereyş
şepolekanî «xabûr»e!