pêşekî
Li pirtûka:
Dwanze Swarey Merîwan
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
714 Dîtin
minał bûm herçend beytî dwanze swareyan bo ekirdim bew mindałye xom be pałewanêk dezanî ke daraẍa eygut: kuřgel fîday hełmetî şêranetan bim, řojêkew emřo, řûy xakeketan sipî ken, minîş be xeyał lingim edaye, êcgar ke eyanxiwêndewe:
cwamêr aẍay řengêne
piłingî çing be xwêne
min ewendey tir şeyday ebûm, înca zor awatexwaz bûm, ke bom hełkewê em dwanze sware binûsmewe, bełam hîç bełge û binaẍeyekim dest nekewt, minîş řast û řewan bawkim çon le bapîrmî bîstuwe û minîş çon le bawkim bîstuwe wa nûsîmewe, we emeş řastîyekeyetî... of şa’îrekanî pêşîn!