bab 1

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  445 Dîtin

1) de hewełêda keleme hebû, û ew keleme lekin xułay bû, û keleme xuła bû.

2) ewe de hewełêda lekin xułay bû.

3) hemû çitêk be wî bû û bê wî hîç çitêk nebû le wey ke buwe.

4) de wêda jyan bû û ew jyane řûnakayî benî admê bû.

5) û ew řûnakayîye de tarîkayîda řûnakayî deda û tarîkayî de ewî negeyşit.

6) pyawêk bû lelay xułay nardiraw, nêwî yuḧenna bû.

7) ew bo şayedî hat ke leser ew řûnakayî şayedî bida, hetakû hemû be sebebî wî îman bênin.

8) ew ew řûnakayî nebû, beła hat ke leser řûnakayî şayedî bida.

9) ew řûnakayî řast ke her kesêk řûnak deka, bo nêw dinyayî dehat.

10) de dinyayda bû, û dinya be wî bû û dinya ewî nenasî.

11) bo kin î xoy hat û î xoy ewyan qebuł nekird.

12) beła her kamêkî ke ewyan qebuł kird be wan ḧikmatî da ke bibne mindałanî xułay ye’nî be waney ke be nêwî wî îman bênin.

13) ewaney ke ne le xwên û ne le îradey beden û ne le îradey însan, beła le xułay be weled bûn.

14) û ew keleme bû be beden û menziłî lenêw me girt û celalî wîman dî, celalêkî wekû î taqaney le bab, piř le řeḧim û řastî.

15) yuḧenna leser ewî şayedî da û qîjandî, deygut: ewe hew bû ke beḧsî wîm gut, ewey ke ledway min dê, le pêş emin buwe, çunke le min pêştir bû.

16) çunke le piřî wî hemûman qebułman kirduwe û řeḧim le cêy řeḧim.

17) çunke şerî’et be mûsa dira, řeḧim û řastî be yesû’ mesîḧ bû.

18) hîçkes qet xułay nedîwe, kuřî taqaney ke de baweşî babîdaye ew ewî aşkira kirduwe.

19) û eweye şayedî yuḧenna wextêkî yehûdîyan le urşelîmî kahînan û lîwyanyan narde kin ewî ke lêy bipirsin: eto kêy?

20) û îqrarî kird û ḧaşay nekird û îqrarî kird, emin mesîḧ nîm.

21) û lêyan pirsî: «dena çî? erê eto elyasî?» û kutî: «nîm.» erê eto ew pêẍemberey? we cwabî da: nexêr.»

22) ew demî be wîyan gut: «eto kêy? hetakû cwab bideyn be ewaney ke emeyan narduwe. çî dełêy beḧsî xot?»

23) kutî: «emin dengî bangikerêkim ke de çołîda dełê: řêy řeb řast biken, çilonêkî eş’ya pêẍember kutî.»

24) û nardirawan le firîsîyan bûn.

25) û lêyan pirsî û be wîyan gut: «eger eto mesîḧ nî, û ne elyas û ne ew pêẍember, dena boçî te’mîd dekey?»

26) yuḧenna be wan cwabî da, deygut: «emin be awê te’mîd dekem. le nêwu û kesêk řawestawe ke engo naynasin.

27) ewey ke ledway min dê, ke emin layq nîm ke bendî kewşî wî bikemewe.»

28) ew çitane de beyt ’enyada bûn, lew lay urdin le kwê ke yuḧenna bû û te’mîdî dekird.

29) de řojî dîda yuḧenna yesû’î dî ke dehate kin ewî û kutî: eweta berxî xułay ke gunaḧî dinyayî hełdegrê.

30) eweye ewey ke beḧsî wî emin kutim, ledway min kesêk dê ke le pêş emin buwe, çunke le min pêştir bû.

31) û emin ewm nedenasî, beła hetakû bo îsra’îl aşkira bibê, leber ewey emin hatûm û be awê te’mîd dekem.

32) û yuḧenna şayedî da, deygut: řuḧim dî wekû kotrêk le asmanê dehate xwarê û leser ewî gîr bû.

33) û emin ewm nedenasî, beła ewey ke emnî nard ke be awê te’mîd bikem, her ew be minî gut: leser kê ke debînî ke řuḧ dête xwarê û leser ewî gîr debê, eweye ewey ke be řuḧulqidus te’mîd deka.

34) û emin dîwme û şayedîm dawe ke ewe kuřî xułaye.

35) de řojî dîda dîsan yuḧenna řawestabû û dû le şagirdanî wî.

36) û ke temaşay yesû’î dekird ke degeřa, kutî: eweta berxî xułay.

37) û ew dû şagirdane qisekirdinî wîyan bîst û wedway yesû’ kewtin.

38) û ke yesû’ wergeřa, ewanî dî ke wedway dekewtin û be wanî gut: le çî degeřên? be wîyan gut: řebbî, ke tercimey eweye: ey mamosta menziłit le kwêye?

39) be wanî gut: werin û debînin. ew demî hatin û dîtyan menziłî le kwê bû. we ewî řojê lekin ewî man û nîzîkî se’atî deyem bû.

40) yekêk lew dwaney ke le yuḧennayan bîst û ke wedway wî kewtin endiryas biray şem’ûn pîtros bû.

41) ewe hewełê biray xoy şem’ûnî peyda kird û be wî gut: mesîḧ, ke be terceme kirîstose, peydaman kirduwe.

42) û ewî bo kin yesû’î bird. yesû’ temaşay wî kird û kutî: eto şem’ûn kuřî yuḧennay, eto kîfa bang dekirêy, ke be terceme pîtrose.

43) de řojî dîda wîstî ke bo celîlî biřwa û fîlposî peyda kird. we yesû’ be wî gut: wedway min bikewe.

44) û fîlpos le beyt seyda bû le şarî endiryas û pîtros.

45) fîlpos netena’îlî peyda kird û be wî gut: ewey ke mûsa beḧsî wî de tewřatda nûsîwe û pêẍemberanîş peydaman kirduwe ye’nî yesû’ kuřî yusif le nasretî.

46) û netena’îl be wî gut: erê mumkîne ke çitêkî çak le nasretî bibê? fîlpos be wî gut: were û bibîne.

47) yesû’ netena’îlî dî ke dehate kin ewî û beḧsî wî gut: eweta beřastî îsra’îlîyekî ke ḧîle de wîda nîye.

48) netena’îl be wî gut: eto emin le kwê denasî? yesû’ cwabî da û be wî gut: le pêş ewey ke fîlpos etoy bang kird, ke hêşta le bin darehencîrî bûy, etom dî.

49) netena’îl be wî cwabî da, řebbî etoy kuřî xułay, etoy padşay îsra’îl.

50) yesû’ cwabî da û be wî gut: erê çunke be tom gut: ke etom le bin darehencîrî dî, îman dênî? çitanî gewretir le wan debînî.

51) û be wî gut: řastî be engo dełêm: lewey paş engo asmanî awałekiraw debînin û ke melayketanî xułay leser kuřî însanî bo ser û bo xwarê dên.