bab 13

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 5 Xulek  262 Dîtin

1) û dew wexteyda hêndêk lewê bûn ke be wî xeberyan da, beḧsî ew celîlyane ke pîlatûs xwênî wanî degeł qurbananî wan têkeł kirdibû.

2) û cwabî da û be wanî gut: «erê fikir deken ke ew celîlîyane le hemû celîlîyan gunaḧkartir bûn, çunke ew çitaneyan kêşawe?

3) be engo dełêm nexêr, beła eger tobey neken hemûtan her wa hîlak debin.

4) yan ew hejdaney ke burcî de silwamda kewte seryan û ewanî kuşt, erê fikir deken ke ewan le hemû kesanî ke de urşelîmîda dejîn xetadartir bûn?

5) be engo dełêm: nexêr, beła eger tobey neken hemûtan her wa hîlak debin.»

6) û ew meseley gut: kesêk darehencîrêkî çeqandiraw de řezî xoyda hebû û hat û ḧewlî mîwey le wî deda û peyday nekird.

7) û be řezwanî gut: «eweta sî sałe ke dêm û lew darehencîrey ḧewlî mîwey dedem û peyda nakem. ewî bibře, boçî erzîş betał deka?»

8) beła ew cwabî da û be wî gut: «ey aẍa, ew sałîş lêy geřê heta dewrî wî hełbikenim û zibłî tê bikem.

9) û eger mîwey bênî le paş ewey, çak, beła eger ne ewî bibřê.»

10) û de şemoy de yekêk le kenîştanda te’lîmî deda.

11) û eweta jinêk hebû ke hejde sał řuḧêkî ze’îfî bû û kûř bû û neydetwanî xoy tewaw řast bikatewe.

12) beła wextêkî yesû’ ewî dî bangî kird û be wî gut: «ey jin, le ze’îfîy xot řed bûy.»

13) û destanî leser ewî dana û cêbecê řast bowe û şukirî xułay dekird.

14) beła gewrey kenîştî ke naqayl bû çunke yesû’ de şemoyda saẍ dekirdewe, cwabî da û be xełkî gut: «şeş řoj hen ke de wanda lazme ke kar biken, dena de wanda werin û saẍ bibnewe û ne de řojî şemoyda.»

15) beła řeb be wî cwabî da û kutî: «ey řyakaran, erê her yekêk le engo de şemoyda gay xoy yan kerî le axuřî nakatewe û nayba ke awî bida?

16) beła ewe ke kiçî îbrahîme, ke şeytan bestûye eweta hejde sał, erê wacb nîye ke de řojî şemoyda lew bendey bikirêtewe?»

17) û ke ew çitaney gut, hemû ewaney ke zîddî wî bûn, şermîyan kird û hemû xełkî xoşḧał debûn leser hemû çitanî celaldar ke be wî dekiran.

18) ew wextî kutî: «padşayetî xułay be çî deşbihê û be çî ewî bişbihênim?

19) deşbihê be denkêkî xerdel ke pyawêk girtî û de baẍçey xoyda hawîştî û gewre bû û bû be darêk û teyřanî asman de likanî wîda hełnîştin.»

20) û dîsan kutî: «erê padşayetî xułay be çî bişbihênim?»

21) deşbihê be hewîrtirşêkî ke jinêk girtî û de sê kîley ardîda şardyewe heta hemû tirşa.

22) û de nêw şaran û dêyanda degeřa; te’lîmî deda û bo lay urşelîmî deçû.

23) û kesêk be wî gut: «ya řeb erê kemin ke xełas debin?»

24) beła ew be wanî gut: «zeḧmet bikêşin ke le derkey teng wejûr bikewn, çunke be engo dełêm: zoran se’î deken ke wejûr bikewn û natwanin.

25) lepaş ewey ke xanexwê hełsitawe û derkey daxsituwe û engo dest pê deken ke le derê řawestin û le derkey deden û biłên ya řeb bo me bîkewe! we cwab deda û be engo dełê: engo nanasim le kwên.

26) ewdemî engo dest pê deken ke biłên: le ber çawî toman xwarduwe û xwardûmanewe û de kuçey meda te’lîmit dawe.

27) û ew dełê, be engo dełêm: nanasim le kwên, le min dûr bin ey hemû naḧeqkeran.

28) lewê giryan û cîřandinî dedanan debê wextêkî îbrahîm û îsḧaq û ye’qub û hemû pêẍemberan de padşayetî xułayda, beła xotan derkiraw debînin.

29) û le řojhełatî û řoj’away û le şumał û cinub dên û leser sifrey de padşayetî xułayda řodenîşin.

30) û eweta axîran hen ke heweł debin û hewełan hen ke axîr debin.»

31) dew se’ateyda çend firîsîyan hatne pêş û be wîyan gut: «weder bikewe û biřo le êre, çunke hîrodîs temay heye eto bikujê.»

32) û be wanî gut: «biřon û bew řêwîyey biłên: eweta cînnan der dekem û saẍyetî dekem, ewřo û sibḧeynê û de řojî sêyemda xełas debim.

33) beła bo min lazme ke ewřo û sibḧeynê û de řojî dîda bigeřêm, çunke nabê ke pêẍemberêk le urşelîmî beder helak bibê.

34) ey urşelîm, ey urşelîm ke pêẍemberan dekujî û ewaney ke nardirawne kin eto berdebaran dekey, çend caran wîstim ke mindałanî to xiř bikemewe çilonêkî mirîşk cuçkan le bin bałanî xoy xiř dekatewe û netanwîst.

35) eweta małû bo engo wêran demênê û be engo dełêm: qet emin nabînin heta ew wextî bê ke dełên: «mimbarek bê ewey ke be nêwî řeb dê.»