bab 9

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  304 Dîtin

1) û be wanî gut: «řastî be engo dełêm ke le řawestawan lêre hêndêk hen ke mirdinî qet naçêjin, heta padşayetî xułay nebînin be quwet bê.»

2) û le paş şeş řojan yesû’, pîtros û ye’qub û yuḧennay hełgirt û ewanî birde ser kêwêkî biłind boxoyan betenê û lepêş ewan gořa.

3) û cilî wî birîqedar bûn zor sipî, weha ke hîç gazorkerêk leser erzî natwanê weha sipî bika.

4) û elyas degeł mûsa bo wan bîndiran û degeł yesû’ qiseyan dekird.

5) û pîtros cwabî da û be yesû’î gut: «ey řeb, çake ke eme lêre bîn û ba sê kepran dirust bikeyn, yekêk bo to û yekêk bo mûsa û yekêk bo elyas.»

6) çunke neydezanî çî cwab bida çunke zor tirsabûn.

7) û hewrêk bû ke sêberî xiste ser ewan û dengêk le hewrî hat: «eweye kuřî xoşewîstî min, gwêy lê bigirin.»

8) û zû ke temaşay dewrey xoyan kird, bêcge le yesû’ betenê îdî hîç kesyan degeł xoyan nedî.

9) û ke ewan le kêwî dehatne xwarê, qedeẍey lewan kird ke bo kes negêřnewe ew çitaney ke dîbûyan heta wextêkî kuřî însanî lenêw mirduwan hełdestêtewe.

10) û ew qiseyan lekin xoyan řagirt û le yektiryan pirsî: «hełistanewey lenêw mirduwan çîye?»

11) û le wîyan pirsî deyangut: «xwêndewaran dełên ke hewełê debê elyas bê.»

12) û ew be wanî gut: «hełbete elyas hewełê dê û hemû çitî řêk dexa. we çilon nûsrawe le kuřî însanî? ke ezyetî zor dekêşê û bê ḧurmet dekirê.

13) beła be engo dełêm: ke elyasîş hatewe û her çî ke wîstyan degeł ewyan kird, wekû le wê nûsrawe.»

14) û ke hate kin şagirdan, xełkêkî zorî dî le dewrî wan û xwêndewaran ke degeł ewan mubaḧîseyan dekird.

15) û cêbecê hemû xełkeke wextêkî ewyan dî şîwen û lingyan da le kinî û siławyan lê kird.

16) û le wanî pirsî: «degeł ewan çî mubaḧîse deken?»

17) û yekêk lew xełkey be wî cwabî da: «ey mamosta, kuřî xomim hênawe kin eto ke řuḧêkî lałî heye.

18) û her wextêkî ewî degrê deydiřê û kef hełdexrînê û dedanî de çîřewe deba û wişk debê. we be şagirdanî tom gut ke ewî der biken û neyantiwanî.»

19) beła ew be wan cwabî da û kutî: «ey silsiley bê îman, heta kengî degeł engo bim? heta kengî le engo sebrê bikem? ewî bihênne kin emin.»

20) û ewyan hêna kin ewî û ke řuḧ ewî dî cêbecê fêy girtî û kewte ser erzê û degewzî û kefî hełdexřand.

21) û le babî wî pirsî: «çend wexte ke ew çite tûşî wî buwe?» ew kutî: «le mindałîyewe.»

22) «û gelêk caran ewî de awir û de awê hawîştuwe heta hîlakî bika, beła eger çitêk detwanî, řeḧmê be me bike û yarîdeman bide.»

23) û yesû’ be wî gut: «eger detwanî hemû çit mumkîne bo wey ke îman dênê.»

24) cêbecê babî ew mindałey hawarî kird û kutî: «îman dênim, komegî bê îmanîy min bike.»

25) û ke yesû’ dîtî ke xełkî be lingidan dehatin, heřeşey le řuḧî pîsî kird û be wî gut: «ey řuḧî lał û keř; emin ḧukimit lê dekem le ewî weder bikewe û îdî meço nêw wî.»

26) û ke qîjandî û zorî diřand weder kewt û wekû mirdû bû weha ke zoran kutyan mirduwe.

27) beła yesû’ destî wî girt, hełî estand û hełsita.

28) û ke hatewe małê, şagirdanî wî lêyan pirsî betenê, «boçî eme nemandetwanî ewî der bikeyn?»

29) û ew bewanî gut: «ew terze be hîç çitêk der nakirê meger be du’a.»

30) û ke le ewê řoyîn, be nêw celîlêda řadebirdin û neydewîst ke kes bizanê.

31) çunke şagirdanî xoy fêr dekird û be wanî degut: «ke kuřî însanî teslîm be destî xełkî dekirê û deykujin û ke kujra le paş sê řojan hełdestêtewe.»

32) beła ewan dew qisey negeyştin û tirsan ke pirsyarî lê biken.

33) û hate kefernaḧum û wextêkî de małêda bû, le wanî pirsî: «qisew le çî dekird de řêyda?»

34) beła ewan bêdeng bûn çunke de řêyda be yektiryan degut: «kêhe gewretre.»

35) û ke řonîşt ew dwazdaney bang kird û be wanî gut: «eger kesêk byewê heweł bê, axrî hemuwan debê û xizmetkarî hemuwan.»

36) û mindałêkî girt û lenêw ewan řaygirt. we ke ewî de baweşî girt be wanî gut:

37) «her kes ke yekêk le mindałanî wekû ewey be nêwî min qebuł bika, emin qebuł deka û her kes ke emin qebuł bika, emin qebuł naka, beła ewey ke emnî narduwe.»

38) yuḧenna be wî gut: «ey mamosta, yekêkman dî ke cinnanî be nêwî tu der dekird ke wedway me nekewê û men’iman lê kird çunke wedway me nedekewt.»

39) beła yesû’ kutî: «men’î lê meken çunke hîçkes nîye ke quwetêkî be nêwî min bika û bitwanê zû xirap beḧsî min bika.

40) çunke her kes ke zîddî me nîye, lelay meye.

41) çunke her kes ke camêkî aw be nêwî min be engo bida ke bîxonewe leber ewey ke engo î mesîḧîn, řastî be engo dełêm, ḧeqî wî qet win nabê.

42) û her kes ke yekêk lew çikolaney ke îman bênin hełbingiwênê, bo wî çatir debû eger berdaşêk de estoy wî bixrabaye û de beḧrê bawêjrabaye.

43) û eger destî to hełtibnigwênê bîbře. çatre bo to ke wejûr jyanê bikewî be kołî lewey ke dû destit hebê û biçye cehennemê denêw awrê ke nakujêtewe.

44) cêyekî ke kirmî wan namrê û awrî nakujêtewe.

45) û eger pêy to hełtibnigwênê bîbře. çatre bo to ke wejûr jyanê bikewî be şelî le wey ke dû pêt hebê û bawêjrêye cehennemî.

46) cêyekî ke kirmî wan namrê û awrî nakujêtewe.

47) û eger çawî to hełtibnigwênê derîyêne. çatre bo to ke wejûr padşayetî xułay bikewî be kwêrî lewey ke dû çawit hebê û bawêjrêye cehennemî.

48) cêyekî ke kirmî wan namrê û awrî nakujêtewe.

49) çunke her kes be awir xwê dekirê.

50) xwê çake, beła eger xwê bêtam bibê, be çî ewî swêr deken? ba engo xwêw pê bê û degeł yektirî bisulḧin.»