bab 7

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 4 Xulek  491 Dîtin

1) û le kin ewî xiř bûnewe firîsyan û çendêk le xwêndewaran ke le urşelîmî hatbûn.

2) û dîtyan ke hêndêk le şagirdanî wî be destanî çiłkin ye’nî neşoraw nanî dexon.

3) çunke firîsyan û hemû yehudîyan heta destyan be zerîfî neşon, naxon, be řagirtinî ḧedîsî pîran.

4) û ke le bazarê dênewe, heta neşon naxon û zor çitanî dîkeş heye ke hełyangirtuwe ke řaybigrin wekû şiştinî caman û aftawan û qapanî mis.

5) û firîsyan û xwêndewaran lêyan pirsî: «leber çî şagirdanî to wekû ḧedîsî pîran řeftar naken beła nan dexon be destanî çiłkin.»

6) beła ew be wanî gut: «be zerîfî pêẍemberêtî kird eş’ya der ḧeqî engo, ey řyakaran; wekû nûsrawe: ew tayfe be lêwan ḧurmetî min degirin beła diłî wan le min dûre.

7) û bexořayî emin deperistin be ewey ke fêr deken te’lîman ke emranî însanîn.

8) emrî xułay terk deken û ḧedîsî însanî řadegirin.»

9) û be wanî gut: «be zerîfî emrî xułay betał deken hetakû ḧedîsî xotan řabgirin.

10) çunke mûsa kutî: ḧurmetî bab û daykî xot bigre û ewey ke cinêw be bab yan dayk bida be mirdin bimrê.

11) beła engo dełên: eger kesêk be bab û daykî xoy biłê ew çitey ke le minewe qazanc bo tu biga qurban ye’nî dyarîye.

12) îdî engo nayełn ke çitêkî bo dayk û babî xoy bika.

13) kelamî xułay betał deken be ḧedîsî xotan ke datan nawe û zor çitanî wekû ewane deken.

14) û dîsan xełkekey bang kird û bewanî gut: «bibyên le min hemûtan û bifamin.»

15) hîç çitêk nîye ke le derewey însanî biçîte jûrî bitwanê pîsî bika, beła ew çitaney ke le însanî weder dekewn ewanin ke însanî pîs deken.

16) eger kesêk gwêy bîstinî heye ba bibyê.

17) û ke lekin xełkî çû jûr małê, şagirdanî wî lêyan pirsî le ew meseley.

18) û be wanî gut: «erê engoş her wa nefamin? nazanin ke her çî ke le derewe wejûr însanî dekewê natwanê pîsî bika?

19) çunke naçête nêw diłî wî beła nêw zigî û de mibalîda deçête derê be pakkirdinewey hemû xorakî.»

20) û kutî: «ew çitey ke le însanî weder dekewê ew însanî pîs deka.

21) çunke le jûrewe le diłî însanî weder dekewn fikirî xirap, fisq, dizî, qetił.

22) zînaḧ, temaḧ, xirapî, ḧîle, bed’emelî, çawpîsî, kifir, tişxisîTeksta ne aşkira, nefamî.

23) hemû ew çitaney xirap le jûrewe weder dekewn û însanî pîs deken».

24) û hełsita û le ewê řoyî bo serḧedanî sowir û çû jûr małêkî û wîstî ke kes nezanê û neydetwanî win bê.

25) beła cêbecê jinêkî ke kiçey çikoley wî řuḧî pîsî hebû beḧsî wî bîst û hat û kewte ber pêyanî wî.

26) û jineke yunanî û be esił xełkî fînîqîy şamê bû û lêy tełeb dekird ke cinnî le kiçey wî weder bixa.

27) û ew bewî gut: «le mindałan geřê hewełê têr bixon, çunke çak nîye ke nanî mindałan hełgirî û byawêjye ber tutkan.»

28) beła ew cwabî da û be wî gut: «bełê ey řeb, tutkanîş lebin mîs le wirtikanî mindałan dexon.»

29) û be wî gut: «leber ew qisey biřo, cinneke le kiçî to weder kewtuwe.»

30) û ke çuwe małî xoy kiçekey peyda kird leser doşegî kewtuwe û cinneke weder kewtibû.

31) û ke dîsan weder kewt le serḧedanî sowir, be řêy sîdunî hate beḧrî celîlê de nêweřastî serḧedanî dîkapolisda.

32) û yekêkî keř û lałepeteyan hêna kin ewî û le wîyan tełeb kird ke destî leser dabnê.

33) û ewî hełgirt lenêw xełkî betenê, qamkanî xoy de gwêyanî wî na û tifî kird û destî le zimanî wî da.

34) û řûy de asmanê kird, axî hełkêşa û be wî gut: «afّtaErebî» ye’nî bikirêwe.

35) û gwêyanî wî kiranewe û cêbecê girêy zimanî wî ber bû û beřastî qisey kird.

36) û qedeẍey lewan kird ke be hîçkes nełên, beła her çend lewan qedeẍey dekird pitir biławyan dekirdewe.

37) û le ḧed beder ’ecayb man, deyangut hemû çitî çak kirdewe. deyka ke keřan bibyên û ke lałanîş qisan biken.