şewî şa’îr
Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
2 Xulek
2757 Dîtin
babe tahîr! minîş dełêm wek to
«ax ledes dîde, way leçengî dił»
diłî cwanî perist û çawî hewes
şew heta řoj bemin deden gîngił
***
kê dezanê beşew le min çi deka
ew xeyałe peşêw û ałozem?
kê dezanê ke çîm beser dênê
ew diłe piř biłêse û sozem?
***
kê dezanê çilon beyan dadê
le minî şêt û şa’îrî diłteř?
kê dezanê xeyałî bin lêfem
çon beser kewşena deka şewpeř?
***
erê ey bedrî asmanî cemal
hîç dezanî çilone ḧałî min?
şew heta řoj le kuncî tenyayî
wek hîlal awełaye bałî min?
***
gyane! hêştake danemirkawe
agirî ’îşqî tund û serkeşî min
leşî germ û guřî dewê her şew
boye wa awełaye baweşî min
***
lêwî wişk û bebarî min deyewê
hełmijê lêwî goştin û ałit
destî sard û tezîwî min deyewê
bîkuşê memkî wek behêy kałit
***
demewê bew simêłe zûranem
areqî sîng û baxełit bisiřim
demewê biske nermeket bigirim
demewê çaw le çaweket bibiřim
***
demewê gwêm le dengî nerimit bê
demewê hest bikem henasey to
demewê min bigem bekawî dił
demewê dabmirkê tasey to
***
demewê hîmmet û humêdî min
etłesî nahumêdî dabdiřê
demewê penceket be’espayî
tozî ẍurbet le řûmetim bisřê
***
ey humêd ey řefîqî dêrînem
to nebî kêm heye minî bêkes?
ger hemûla le min biharûjê
nabezim tom legeł bimênê û bes
***
tom hebî ew şewane řadebirin
tom hebî dwayî dê beřojî řeş
tom hebî her degem be’amancim
tom hebî ew degirmewe baweş