firîştey peřîwe

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  2073 Dîtin
serincim ger debřime bejin û bałat
kiçî cwan! boçî řûgirjî çi qeydî?
minim ew şa’îre cwanî periste
ke çawî min cige le cwanî neydî
***
bemnidałî ke perwerdey çya bûm
kewm dî, poř û swêske û askim dî
be lawçakî le şarî kurdewarî
kiçim dî, nazenîn û naskim dî
***
geřawim çom û nwałe û mêrg û bijwên
bemah û zerdî estem hełgeřawim
temaşay swêsin û beybûn û şillêr
be dînî cwanî řahênawe çawim
***
leber tawê leser pişt řakşawim
ledem coge leser ferşî wenewşan
leser gwêswane kirdim çawebřikên
legeł gewrekçî berderkî ḧewşan
***
beřojî sard û saw dîwme be zistan
tirûskey befrî ber tîşkî hetawê
şewî hawîn lenaw estêrekanda
gelawêjim dedî pirşingî dawê
***
lenaw gom û gerimk û çom û qopî
bepolim dîn qurîng û sî û hełetanc
leber bêr û le hawîr û le paraw
gelêkim dîwe kîjî şoxî kirmanc
***
le meydan dîwme nêskey espî xoşbez
legeł destuclîtî şořeswaran
geřî şayîm lepêş çawî geřawe
lerey mem, sûke řewtî gwê begwaran
***
xuřînî şûr û bazî mamzim dî
şepołî gom û kef hełdanî tawge
be mêřoj û syasûtî beharê
gelêk şew mawmewe ta řoj le řawge
***
leser dundî çyay serberzî hełgurd
řewey hewrim lejêr pêmda bedî kird
temaşay dîmenî sewzî wiłatim
minî sersam û şageşke û xenî kird
***
beheşte kurdewarî min, beheşte
firîştem min, firîştêkî perîwe
be cwanîy to dejîm lem dûrułate
were lêm mebře ew tenya bijîwe
***
bełê to kîjî, nazdarî, lebarî
minîş pîrêkî zurhan û dizêwim
bełam şîrintire lew şekkirelêwe
wişey kurdî ke hełdeřjê le lêwim