be zeřkeftî dirozin xakî ser řêga be zeř nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  279 Dîtin
be zeřkeftî dirozin xakî ser řêga be zeř nabê
ke «berd» xoy bed’esił bê herçî lê key wek guher nabê
newek herçî emustîley le desta bê suleymane
hemû awêneger wêney «sikender» piř huner nabê
le ’îşqa zor kes etwanî wekû bulbul binałênî
bełam hîç kes wekû perwane kuştey bextî ser nabê
hemû «gilgunFarsî» swarê xusrewî perwêzî pê nałên
hemû cwanê wekû şîrînî ermen namewer nabê
be terkî debdebey dunya hemu kes xalîdNasnava edebîe, emma
be terkî tac wek îbrahîm kesî tir tacî ser nabê