şêtî min û ḧusnî to lêman bwete efsane

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  269 Dîtin
şêtî min û ḧusnî to lêman bwete efsane
çarê bike, to bî û xwa, bo em diłe wêrane
carê be tîlay çawit biřwane be lay minda
bo to le kes û karim bûrdum wekû bêgane
sergerdî çiray řûtim daym wekû perwane
lem soz û sewdazedem, lay to ẍem û peřwa, ne
xo denke şewey xałit kêşawmete hewday gyan
lewsawe lelam peşme tesbîḧî dûsed dane
yekcarî ledunyada bem ’îşqewe řûsyah bûm
her nawî mine ebrê lay ’abîd û meyxane
îşim ne be tesbîḧe, karim ne be zinnare
hewday serî zulfî to pêwendî dił û gyane
bê ’eqłî meke «xalîdNasnava edebî» badey meyî pê nawê
mestît ewê, binware ew nêrgise mestane