neşterî połaye ya birjangî xwênxiware eme

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  261 Dîtin
neşterî połaye ya birjangî xwênxiware eme
neş’eyî mey ya temaşay çawî bîmare eme
şewnimî guł ya le şermî řûyî canan «’arqe»
ya celay ew cebheyey şoxî sitemkar eme
«manî»ye nexşî leser peřey semen kêşa be mîsk
ya xetî new serzedey ser lêwî diłdare eme
boç eme yaqûtî kan, ya qûtî gyanî bêdłan!
awî eşkender, weya, le’lî şekerbare eme
řeşḧeyî çałî çenage yaxo awî zîndegî
sêwî naw baẍçey «arimFarsî» ya ẍebẍebey yare eme
kêye wa gułbangî faley ’eqił û hoşî dił eba
xalîdNasnava edebîy dił piř le giryan, bulbulî zare eme