dûre lêm, řojim şewî deycûre wa carêkî tir

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  440 Dîtin
dûre lêm, řojim şewî deycûre wa carêkî tir
dił buwe lale le daxî laleřuxsarêkî tir
barî qursî cewrî dunya kem buwe gwaye le piř
dûr le to daxî ẍerîbî bo be serbarêkî tir
wa yexey xom dadřî wek guł le qînana kewa
newgułî baẍî diłim kewte dest eẍyarêkî tir
bê şi’ûrî xome diłsozêkî wam cê hêştuwe
muşkîle destim kewê bew řenge ẍemxiwarêkî tir
bê wefayîm kird legeł yarî wefadarêkî wa
mîslî ew nabêtewe yar û wefadarêkî tir
qametim çewtayewe cergim be carê bû be xwên
nûkî birjangim pilûske bû be xwênbarêkî tir
řewt û řoyînî hênd pesnide, kes nîye biřwa weha
kew ke bîbînê îtir naçêtewe řeftarîkî tir
xalîdaNasnava edebî řîsway le lay canan îtir qedirit nema
dił mede zînhar, her satê be diłdarêkî tir