cejne min wa nahumêd û bêbeşî dîdarî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Rohî Mewlana Xalîd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  774 Dîtin
pîremêrd boxoy em pêşekîyey bo em çame nûsîwe
ême feyz û behreyekî waman le řuḧî mewlewî wergirt twanîman payeyek zortir serbikewîne asoy pirşingî řuḧî mewlana xalîd, xwa yar bê dîwanekey ewîş wergêřme ser kurdî em arezûy mine le me’newyatî em řuḧe xalîdeye wa emcare ẍezelêkî meşhûr ke soz û tasey serçinar û bekireco û yadî nîştimane, nûsîwmanewe tenha yek şî’rî tazeye ke ewîş le řabîtey keramatî xoyewe ya tewfîq tewfîqî le xwaweye.
cejne min wa nahumêd û bêbeşî dîdarî yar
xełkî xuřrem, min be xuřrem aw le çawim dête xwar
gişt le geştî deşte dawên pir gułałey ał û min
eşkî sûrî daxî dûrî dewrî kirdime lalezar
bênewa û dił le xem keyl û ẍerîb û bê nisîb
dest le ser dił, ser le ejno, çaw le řêga, pirsyar
diłsûtaw û cergibřaw, kołan be kołan derbeder
kes be derdî min neçê dûr kewte, bê yar û dyar
xwênî dil wa hat be çawma bû be cogey «bekireco»
her dû serçawey çemêkin kirdime tasey «serçinar»
bawe mirdey «bawemirde»m ałbûłaẍî çawekem
xozge emdî pêm biłên wa «bawegêłdî» geyye şar
pêm biłê xalîdNasnava edebî, eger to wa řehende û şêt nebî
to le kwê û ẍezneyn û kabul, xakî hînd û qendehar