nazanim çon zîndû mawim
Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
3 Xulek
975 Dîtin
destim bigre
lem mergecaře weřezim
berew her kwêm debey, bimbe
cehendemîş bê natirsim
lêre neřom, wek darêkî kiłor deřzim!
demgut: mêrde ewey daykî,
le baweşî bêganeda cê nehêłê.
demgut: ḧîzin ewaney wa le tengane
gyanî xoyan heł’egirin û
bîr û endêşey xoyan û berjewendî nîştimanyan pêşêl eken
hana bo henderan deben!
demgut: şêre, ewey le jêr lêzmey terzey
hewrî nefretî neyarda, řadewestê!
be xwênî xoy perjînêkî qaym be dewr nîştiman û endêşey
xoyda debestê
demgut: dengî şî’ir le jêr zebrî qamçî debê be hawarî berz û
dinyay bêdeng dehejênê!
demgut: tewjimî postał û zebrî gopał
zerdewałey wişey tûře dehrûjênê!
demgut... demgut...
min mamewe
qełemêkî piř hawar bûm
demwîst koşkî sitemkaran be hêrşî sipay waje
biřûxênim
le her lawe damyane ber pilar û peł
bûme parûy çewrî xêłî gurg û çeqeł
îtir min bûm û dû destî aşnay bend û kelebçe
qełemêkî deng le gerûda xinkaw û
endamêkî piř le zamî sarêj nebûy şwên pêy şelax
îtir min bûm û qawşî zîndanekan
wek xemêkî pişt komawey řidên sipî
le em zîndan bo ew zîndan
zamêkî betref û nasor,
jyan dořaw
azarêkî penca sałey etik kiraw!
eger şê’ir nebwaye çon em dozexem gwara ekird?
nazanim çon zîndû mawim?!
zîndan nîye lem wiłate
be yadgar nawî min le ser dîwarî nenûsrabê!
jûrî takekesî nîye, em ceste lawazey têda,
bend nekirabê!
nazanim çon zîndû mawim?!
çend hawzincîrim kujrawin
çendyan le katî kazîwe
le şîrînî xewda bo jêr sêdare řakêş kirawin?
em çawanem be qed gełay sedan dirextî cwanemerg
firmêskî ałî řiştuwe
bênim bonî ’etrî xwênî gułî hezar gyanî nesrewtî
miştuwe!
ax nazanim, nazanim çon zîndû mawim?
destim bigre, lem dozexe
goşt û êsqanim sûtawe
řuḧim le nêw em qawexe astengida bê qerare
hêzî manewem nemawe
mitmanem be sibeynê nîye
metirsî wekû şêrpence
pencey le gyan, le henawim hełpêkawe!
haka êsta û tawêkî tir hatin le derkeyan kuta û
zarî kelebçe birînî sarêj nebûy kulandewe
destim bigre û řizgarim ke
bûmete heykelî azar
xudî derdim, řencim, daxim, birînêkî piř le êşim
zîndan bote motekeyek swarî řuḧim bûge û îtir danabezê!
azadîş bim řeham nakat
bihêłn dwa henasekanim le jêr asmanêkî berfirawan
le ser bistê xakî serbesta hełkêşim!

***
hevałanim, her yekew xoy be sûçêka derbaz kird ûmin mamewe
qełemêkî piř hawar bûm
demwîst koşkî sitemkaran be hêrşî sipay waje
biřûxênim
le her lawe damyane ber pilar û peł
bûme parûy çewrî xêłî gurg û çeqeł
îtir min bûm û dû destî aşnay bend û kelebçe
qełemêkî deng le gerûda xinkaw û
endamêkî piř le zamî sarêj nebûy şwên pêy şelax
îtir min bûm û qawşî zîndanekan
wek xemêkî pişt komawey řidên sipî
le em zîndan bo ew zîndan
zamêkî betref û nasor,
jyan dořaw
azarêkî penca sałey etik kiraw!
***
eger qełem nebwaye çon em jîne mergem řa’ebward?eger şê’ir nebwaye çon em dozexem gwara ekird?