xewn

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  859 Dîtin
zor şew le xewda řadeçłekam
le ’areqey sam digewzam
xewnim dedî...
termî kujrawî pyawêkim le koł nawe!
her dû destim xwênawîye
nemdezanî em bêgane
çon be destî min kujrawe!
xewnim dedî
polîs wek şare mêrûle hełdequłn û
dewrem deden
her dû destim debestin û
berew gořistanim deben!
řamdekird û
le qełiştî zamî sîngî termekewe,
řo deçûm û
xom le penay azarêka deşardewe
her xerîk bûm
xencerêkim be hesanî gerdinî xom tîj ekird û
xencereke, demî nabuwe
gerûy term û
le çořawey xwênî jînî exwardewe!
xewnim dedî, xewnim dedî
heta řojê lem gořxane gîrsamewe
îtir ewsa têgeyştim
ew terme hercestey xom bû
ke xom be destî xom kuştim!