î’damî

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 2 Xulek  425 Dîtin
le gořepanî şarêka
celladekan, daryan hełxist
cařyan kêşa
ewey wîstyan …
be teşîye konekey xoyan
bo xełkyan řist
wityan: tawanî ê’damî
geçłandinî xewî şare
sizay eweş le qanûnî esasîda
bo çawtirsên xełkî, dare!
wityan: tawanî ê’damî
wirûjanî burkane damirkawekan
bo tekan û bûmelerze û ajaweye
hênanewey dengî kwêstan
bo şiłejanî asayşî em wiłate řazaweye
nîweşew bû …
le qawşî zîndanêka
ê’damîye tawanbareke
bîrî le kazîwe ekird
le jûrêkî piř xeyałî şarî xema
jinê bîrewerîyekanî
denk - denk
wek milwank,
bo gerdenî korpe hêşta nehatuwekey pêwe ekird!
le gořepanî samnaka
le jûrî dadgay şara
karbedestan bo ê’damî
xełatîy mergyan edûrand.
katjimêre fêgirtuwekey
kakey tawanbarîş belez
şewî eşkan
hatin, hatin …
qazî, polîs û mîrẍezeb hatin
wityan: hanê! ewe pênûs
wesyetnameket binûse
witî: debê siław binêrim bo kwêstan
wityan: nabê …
ewîş le wesyetnameda
tifengekey da be sibey!
darekeyan le xew hełsan
wenewzî gořepan şika,
le jûrî çoł
tikê firmêsk
be ser gonay jinî jangirtûda tika!
ałqey tenaf zirîkandî
tawanbar çû berew asman
hewrekanî kwêstan ciman
jinî jangirtû qîjandî
korpey sibey hate cîhan.