bê qerar

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  491 Dîtin
min taseyekî awarem
her eřom û
řêga le naw tem û mijda winim deka!
her eřo û...
hengawe fê girtuwekanim
berew namoy dûrim deba!
min diłdarî deryayekim
be şepołe yaxyekanî
tînûyetî hemû werze namoyyekanim bişkênê.
çepke giřêkî dûr kewtûy kiłpey ’eşqim
lirfe ekem berew asman
bew awatey bimbatewe bo agirdan!
gerdelûlê
nerme şine bay ewînê! ...
bê qerarim
nehengêkî tûře le nêw gomî xwênma enirkênê
gyanim hełmet bo merg ebat
zor hewł edem
řemzî ewîn le nêw diłma bişarmewe
neka le piř ewîn kujê
şwên pêy askî siłî deştî xeyał hełkat!
xamey yaxî oqre nagrê
řazekanim edirkênê
bê qerarim
wek mom le nêw agirdanî ewînêka hełkurmawim!
to deryamî
minîş zamêkî nasorim
tînûy qumê, tinûkeyê
çi
o
ř
ê
awim!