namo

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  1098 Dîtin
dełêm em şare cê bêłim sefer kem
birom û xom le dinya derbeder kem
be hawarî dił û baranî dîdem
le derdî xom hemu ’alem xeber kem
le destî yarî diłřeq şerte îtir
biřom terkî kiçî umulbeşer kem
řefêqanim gelê peyman şikênin
biła řakem le dîtnyan ḧezer kem
eger bom bête cennet em wiłate
şeqî pêdadem û ’ezmî seqer kem
hełoy şaxim kewî dîlî qefez nîm
biřom û řû le kêwan û kemer kem
gułê napşikiwê lem şorekate
le werzî wişk û qaqiř çon semer kem?!
cefa tengî weha lê hełçinîwim
debê her bo wefa şîn û çemer kem
hemû namon û min tak û ẍerîbim
nemawe aşna bo kwê nezer kem
şewarem bê nebînim rojî řûnak
eger bem şareda îtir guzer kem
wiłatî merge êre, gořî ’eşqe
biřom çake û le xom def’î xeter kem