bosey řojgar

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  3586 Dîtin
nîme awałê le goşey bêkesîda ẍem nebê
çake ew lêreş wefay her mawe, sayey kem nebê
lapeřey jînim hemû hełdeytewe têyda nîye
basî firmêsk û henase û şîwen û matem nebê
řojgarî sipłe bo min boseyekî nayewe
nemdî her tîrêkî deyhawê berew sînem nebê
řencî dûrîy diłberim bo kuştinî min kafîye
ger le dinyada emin hîç meynetî dîkem nebê
kwa dezanê çend perêşan û peşêwe ḧałî min?
ew kesey gîrodey egrîce û perçem nebê
řemzî diłdarî le zînê fêr nebû yarim dena
kwa ewîndarî wefadarî wekû min, mem nebê?
kîjî şarîman lexoy wergirtuwe çarşêwî řeş
daxekem nemdî lewê mangêkî dewrey tem nebê
şadî carêkî bemîwanî nehatote diłim
řenge xełwetxaney xem şwênî nameḧrem nebê
xom desûtênim heta bezmî xełk řoşin bikem
kê leřêy xełka wekû şa’îr desûtê şem nebê