awyer

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  495 Dîtin
min kêwêkî řawestawim lew berze
hewre tirîşqeş piştim naxate lerze
herçend bêdeng, řawestawim lew bane
derûnim piř le agir û burkane
karesat û řûdawî zorim dîwe
zor neyarî diřim lê řapeřîwe
xwênî gułî sûrî zorim řijawe
beser yał û ماە û zerdima pijawe
sîngim dałdey řołey aza û bwêre
laney tejî nirkey piłêng û şêre
sedan keřet hêrşyan bo hênawim
le řûyanda westawim, řawestawim
gułî zoryan le dawênim dizîwe
pay çend řołem le tepke û daw xizîwe
hênde azar û birîn û êşim dîwe
baxî mêjû bexwênî min xemłîwe
piştim çema le jêr barî tewjima
tifeng nema hełneşaxê be gijma
herçend le naw xak û xwêna gewzawim
bełam dîsan hestawim û her mawim
řoḧî berzim çawgey awî jyane
qet namirim xizrî zîndem mîwane