diro

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  463 Dîtin
be em hewre qisre
ne asman ezêt û
ne qaqiř be şînke exemłê
gułim! wa menoře
le nîsê be ew lawe nîne
tirîşqeş eger bê
wekû dewłe, bes denge, boşe!
emin şew nexewtim
heta jwanî pîlan
le sirte û çipey gerdelûl û hewr têgeyştim
dijî xak edwan
gułim wa menoře
diroye, firîwêkî nwêye
leçawyan weşêre
çi bon û beramet le koşe!