swaro

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  506 Dîtin
leser yałî qonax
birûskey pizîskî nał û berde
ke weḧşet exate diłî dołî mêjû!
xewî zîndewer řadeçênê
qirîwey swar û pirmey keḧîl
we zirmey le yekdanî tawêr û qirmey heres!
şeřî gaşeberd û simî espe lem direngane wexte.
swaro giřêke ke şew řademałê
swaro şemêke ke sêber ser ebřê
swaro semay ’îşq û xwêne
swaro peyamî behare
swaro çiroy ber berokî jyan û giłûkî ewîne
xudaye! eger em sware
negate binar
diłî řadewstê le lêdan û xurpe
gułî sûrî sertop
ke awî dirawe be esrînî çawî hezaran hezar!
şewêkî dizêwe
be qed çomî sîrwan berî pêwe mawe
heta tîşk hawêj
zigî hełmisawe be pîlanê naḧez, dełêy awse
xudaye! etirsim le pizdanî em qeḧbe, zołêk
le piř derpeřêt û
jwan bête jan û jwange mezar!