zîndanî

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  626 Dîtin
le nêw jûre takekesîye tengekemda
hełkurmawim!
karesatê beřêweye.
lew dîw dîwar
werdyanekem řawistawe
delaqeyekî biçkołe
leser sîngî derkekeye û daxrawe!
kotre barîkey xeyałim
tamezroye hełfiřêt ta,
asmanî kakî be kakî!
werdyanekem...
car be carê
delaqeke dekatewe û
lêm deřwanê
ew tarîkî debînêt û min řûnakî!