tenya

Li pirtûka:
Zirrey Zincîry wişe dilekan
Berhema:
Celal Melekşa (1952-2020)
 1 Xulek  1058 Dîtin
tenya û ẍerîb
le çwar řêyanî gerdûna řawestawim
weku bawe adem tenya
le xakêkî řeş xułqawim!
beheştî xwam leber ḧewa fiřê dawe
bełam ḧewa...
le dwajwangey ber cennetî çawekanya
sêwî kałî diłî birdim
řoyî û îtir nehatewe!
êsta, tenya, tenya, tenya
le şeqame çołekanî řoḧî xomda, sergerdanim!
wek şepolêkî yaxîm û
le deryay xom hełbiřawim
hîç benderêk baweşim bo nakatewe!
êsta lêre, şa’îrêkim
zamekanim dehonmewe
goranîbêjêkî tenyam û
le şewêkî bê bwarda...
denk denk
xemekanim denûsmewe!