bo min megrî

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  573 Dîtin
bo min megrî
bo min megrî
kes nezanê, min dezanim
be nêwî min, xerîkî bo yekî tir tazî dadegrî
bo min megrî
min dezanim henîskekanit dirone
firmêskekanit tamî awî harwîne
bo min megrî
to leser şayî teşrîfit debirdewe
minit dît û
desrey serçopît derhêna û
be byanûy firmêsekanit
kil û řîmołit le çawit pak kirdewe