gomeşûşe
Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
1 Xulek
499 Dîtin
masîyek le şûşeyekda
be dem şîn û girînewe serî be dîwarî bilûrîn dadeda
be xoy degut:
min kuřî deryay herawim
le deryada legeł sedef û mirwarî hawinşîn û têkeławim
ḧeyfe dîlî goze’awim
ḧeyfe gîrî teştegolim!
min perwerdey lankî xořajey şepolim
qet bakim be xeter nîye
meley awî kiř û zelkaw huner nîye
bewey nê wird û bê sengim
le cêy xoyda min humêdî tořewanim
min cêy tema’î nehengim
řizgarim ken ba tořewan be şertî jîn û mergim tořekey bawê
bełam jînî meyte’awî gomeşûşey tesk û bê şepolim nawê