bûkeçînî

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  415 Dîtin
diłdarekem
ey cwankîle nazdarekem
lew řojewe awatit bote mîwanim
her xerîkim nêwit bikem be qafye bo şabeytî şî’rekanim
bełam katê pîtêkî nêwit denûsim destekanim hełdelerzin
be şermewe ser pencekanim detezin
le şî’irda lecêy nêwî to nûsîwme
bûkeçînî
leber cwanî û benirxî û nask û řengînî
bûkeçînî, bûkeçînî
to awatêkî dûre destî zêřînî
be zulfekanit sêdarey
be çawekanit gomêkî mend û şînî
be bizey lêwanit xunçey
be bała şajnêkî řeza şîrînî
le hestimda şîley şî’rêkî pîrozî
le diłimda ewînêkî agirînî
be biřway min bo hezar mem xatûzînî
bo hezar ferhad şîrînî, bûkeçînî