ewînî şa’îr

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  695 Dîtin
’ezîzekem cefa meke
minî kiłoł diłim bilûrî naske
min bergey cefa nagirim
ewînî şa’îran gelêk muqeddese min şa’îrim
 
hemû şewê cûtêk perî le cwantirîn kiçanî ḧakmî sîḧir dêne zewî
dembene nêw kejaweyek demxene ser bałî şine, dembene mełbendî mekoy ewîn û îlham û şî’ir
diłêk ke to piřit kirdo le yad û xem lejêr xorînî tavgey tirîfeda peroşî lê deşonewe
gwêyekanim ẍusił deden ke dengî tom pê bîstuwe
leşim be zemzemî wefa be nwêj deken
dełên le miłkî mexlûqatî bê wefa lenwêj çuwe
demyan denêne nêw demim
derûnî keylim piř deken le narenar û zemzemey nexwêndiraw
zibanî min deken be şaklîlî řemz û řazî sozî piř le sam
û sîḧrî set witey nebîstiraw
hezar wişey nenûsraw
cefa meke û bizane ey xumarî sîḧrî diłberî
şa’îr, yanî leşî mirov, têkeławî řuḧî perî