awêne

Li pirtûka:
Kejawey Dil
Berhema:
Nasir Axabira (1968-2020)
 1 Xulek  396 Dîtin
bełênî bê
eger řojêk bûkî daykim minałî bê
beserhatî sedaqetî awêney bo bixiwênmewe
be awêney gewre û biçûk, milwankey bo bihonmewe
bełênî bê
ewînî xom û awêney bo bas dekem
kejawe û lank û kalîskey be awênan bo saz dekem
xo min mirdim
hêndey xewn be awênewe bibînim
be tasewe lêy biřwanim û xom nebînim.