jin

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  254 Dîtin
małî dunya her jine, xoşî hemû însane jin
małî bê jin ba xera bê, gewherî tabane jin
her kesê hoş û şi’ûrî bê siłey naka le jin
pyawî bê jin gêj û ḧole, şew çiray małane jin
dewłet û dahatî zorit ba hebê, bê jin çîye?
berdî binçîney ḧeyate, naz û nûzî cwane jin
gencî qarûnit hebê, ya textî şahî û serwerî
bê beha û puç û betałe, merhem û hetwane jin
nî’metî gewrey xuda, yekyan jine ger tê bigey
laberî fîsq û ficûr û, dujminî şeytane jin
pyaw le çewtî û larî řêge ladeda ger jin hebê
ayney bałanwên û hawdemî merdane jin
ba’îsî xoşî û sirûr û şadîye, ger des kewê
mayeyî dûrî le agir, ẍefłet û ’îsyane jin
her ewe îmander û îmanber û mał têkdere
her ewe awî ḧeyate, serwet û samane jin
hawbeşî jîne heta mirdin, le wit çaktir nîye
me’denî mîhir û meḧbibet, lutfî bê payane jin
řût û qût û bênewa bî, xoşe hetbê xemřewên
gewher û zêř û meta’e, zînetî şahane jin
şewçira û xem labere, şewqî diłe, nazperwere
řaḧetî dił, bonî sunbil, «fatîḧîNasnava edebî», řîḧane jin